sher
أهلا وسهلا بك زائرنا الكريم، إذا كانت هذه زيارتك الأولى للمنتدى، فيرجى التكرم ويشرفنا أن تقوم بالتسجيل بالضغط هنا إذا رغبت بالمشاركة في المنتدى، أما إذا رغبت بقراءة المواضيع والإطلاع فتفضل بزيارة القسم الذي ترغب أدناه.
sher
أهلا وسهلا بك زائرنا الكريم، إذا كانت هذه زيارتك الأولى للمنتدى، فيرجى التكرم ويشرفنا أن تقوم بالتسجيل بالضغط هنا إذا رغبت بالمشاركة في المنتدى، أما إذا رغبت بقراءة المواضيع والإطلاع فتفضل بزيارة القسم الذي ترغب أدناه.
sher
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.

sher

s
 
الرئيسيةKOBANIأحدث الصورالتسجيلزهرة كوبانيدخولtwitter


 

 Kê ba dît?

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
dost
نجم المنتدى.
نجم المنتدى.
dost


ذكر
المشاركات : 3771
العمر : 44
المزاج : عصبي
تاريخ التسجيل : 17/06/2009

Kê ba dît? Empty
مُساهمةموضوع: Kê ba dît?   Kê ba dît? Emptyالخميس يوليو 15, 2010 2:19 pm


Kê ba dît? 11831






AVESTA... Wergerandin bo kurdî: Ciwan Nebî




Kê ba dît?

Wergerandin bo kurdî: Ciwan Nebî

Li van helbestan binihêrin çi xweşik in, wilo jixweber hatine nivîsandin, bi hesanî, lewra ew bêguneh in, ew bedew in, ew helbestên zarokan e ha, wan nivîsandine. Di wan de hûn ê zarokan bibînin, xwenên wan û çawa çi xweşik li jiyanê dinihêrin, çi jiyanê xweşik dixwazin, hûn ê bibînin çawa ew diçespînin ku helbest zaroktî ye, hewldaneke ku jiyanê, tişt û xweziyan vegerîne zaroktiya wan û di encamê de wan vegerîne bedewî û jixweberiya wan. Hûn ê xwe bibînin, zaroktiya xwe û çawa çi xweş bû jiyana we, hûn ê bêhna gulan bikin, hûn ê heyvê bibînin û ew derdikeve, wê surayeke li riwê we bixe û hûn ê bêriya zaroktiya xwe bikin, hûn ê hinekî aciz bibin_ ne xem e.

Ev helbest bi destê zarokan hatine nivîsandin weke ku min ji we re got û weke ku hûn ê hest bibin û temenê wan di bin helbestê wan de bibînin. Ew napejirînin ku tu kes ji wan re bibêje çima ha, ew wilo di daxuyaniya xwe de dibêjin: (Nabe em tu biryaran li ser helbestê bidin .. ji ber em nikarin tu biryaran li ser xewna mirov bidin)

We dît?

Ew helbestê weke xewnekê dibînin. Xewn bi wateya xwe yî ku zarokeke, her tiştî zelal dike, tazî dike û sînoran derbas dike ta digihêje hundurê tiştan, mirov û gotinan, çi helbestne xweşik in yaw!!, çi kêlîk û dîmenin delal in, van zarokan_ van helbestvanên mezin_ ew girtine qena bi xwendina wan re ew me bigrin û di cîhanên xwe de me li hev bizîvirînin.

Ev helbest, ev cîhanên zaroktiyê yên fireh, nuha û ez wan bi kurdî diyarî we dikim nizanin çi, yan çawa ji we re bibêjim bê bi xwendina wan re çi bi min re dibû, bitenê ez ji we re bibêjim ku bi wergera wan re min dît çawa zimanê kurdî zarokeke, bewdew û bêguneh e weke zarokekî.




Cudabûneke mezin di navbera helbesta zarokan û hebûna helbestvan yê ku xwe dide helbestê de heye. Lê di heman demê de divê em li xwe mukurbên ku hemî wêneyên mezin yên ku mirov wan nîgar dike wêneyên ji zaroktyê ne.

Biyêr Îmanewêl





Hemî zarok

di kolanên xemgîn de distrênin

û bi lîstikên xwe

şahiyan di wan de belav dikin,

bi qîjên xwe.

Diçin

û zaroktiya xwe

li ser rêyên şil dihêlin.

Ber bi mezinbûnê de diçin

û ji binî venagerin qena zaroktiya xwe bibînin.

Kiristîn(12 sal)

Av diçe

û ji me re zuxuran dihêle….

Zuxur diyariyên avê ne.

Rêşard(6 sal)

Û ez digeriyam

min kulehek dît.

Dema li ser tiliyên min meşiya

got: Ez piyanoyê dijenim!

Sîrêl(5 sal)

Gellekî dixwazim

di ewrekê de bijîm.

Ez ê malan bibînim,

zevî û deryayê.

Ez ê mirovan pirr piçûk bibînim,

firokan pirr nêzîk,

rojê jî,

lê dema bibarim,

ez ê bêm kuştin.

Eliksender (7 sal)

Dilê min

Pirr piçûk e dilê min,

lê pirr tişt di wî de hene…

bîranîn hene.. rojên xweş,

yên ne xweş jî

û xewneke xweşik.

Her roj

şûna bîrnîneke

ku wê bimîne heye.

Rojekê

wê cihê tiştekî di dilê min de nemîne.

Êvlîn(8 sal)

Mêrê berfê

roka sor ew kuşt.

Yasmîn (6 sal)

Şahî

Dixwazim kêfxweş bim,

dixwazim bijîm

û mirin min nerevîne,

min şahiya xwe ji xuristê bir.

Ez naxwazim bimrim..

Ez hîna piçûk im.

Danî(7 sal)

Mêrek

jinek

zarokek

zarok di qurçikê de ye,

bav û dê di qurçikeke din de ne

çi dikin gello?

Zarok bi tirs rûdine

ev e cenga di nav bav û dê de

û ev birîn para zarok e.

zarok digrî û diçe.

Denîz(14 sal)

Darekî spî

rexên rê dipelîne

destek doza danê

ji kesên ku derbas dibin dike

û zîvirîneke sexte

û ez giriyekî xemgîn dibihîzim.

Ev tev û bêhtir ji buharê

hestên min dihejînin.

Firank(13 sal)

Kê ba dît?

Ne we,

ne jî min,

lê dema pel dilerizin,

dema çepûn difirin

û por belav dibe….

Hingê wê ba di wir re derbas bû be.

Kê ba dît?

Ne we,

ne jî min,

lê dema sîwan teqle dibin,

dema dûman serê banan digre

û dar xwar dibin….

Hingê wê ba di wir re derbas bû be.

Dorîs(12 sal)

Dibe min navê te li her derê nivîsandibe,

dibe min di kurahiya xwe de kola be

qena bitenê bi te biramim.

Dibe ez karî bim ji te re bibêjim

ku roj tu caran namire,

ku vê sibehê jî

tîrêjeke bi xunavê şil

li wir heye

û ji min re dibişire.

Min dixwest bi porê te bilîzim

weke ku surayek bi pêleke ji bîr kirî bilîze.



Min dixwest destê te bi tevî destê xwe bikim

û heya heya bibin yek.

Min dixwest her dem jiyana me ronî be

weke sirûda civîkekî bitenê di kûrahiya şevê de.

Min roniya nerîna te

li ser dîwarekî nenas nîgar kiribû.

Min nîgaş kiribû

ku laşê te

ji deryayeke bêberav bipeliqe.

Min dixwest tu porê min î hovane

bi hogir bikî

weke ku hespan ho dikin di çolên dûr de.

Min dixwest nerînên te di çavên min binav bibin

weke ku carnan binav dibin di tariya şîniyê de.

Min dixwest girinjîna te

weke girinjîna buharê be

dema gul dide di dilên xemgîn de,

yên tiyê germbûnê.

lê ez îro jî dixwazim bi evîna te pêkevim,

min serxweş bixî bi bêhna xwe

û ji pêvî çavên te

û girinjîna te yî ram nebînim,

îro jî dixwazim

tu hinekî ji min hez bikî.

Katrîn(12 sal)




Avestakurd

Ciwan Nebî
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
Kê ba dît?
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
sher :: قسم الأبداعات الأدبية :: الأدب و الشعر-
انتقل الى: