sher
أهلا وسهلا بك زائرنا الكريم، إذا كانت هذه زيارتك الأولى للمنتدى، فيرجى التكرم ويشرفنا أن تقوم بالتسجيل بالضغط هنا إذا رغبت بالمشاركة في المنتدى، أما إذا رغبت بقراءة المواضيع والإطلاع فتفضل بزيارة القسم الذي ترغب أدناه.
sher
أهلا وسهلا بك زائرنا الكريم، إذا كانت هذه زيارتك الأولى للمنتدى، فيرجى التكرم ويشرفنا أن تقوم بالتسجيل بالضغط هنا إذا رغبت بالمشاركة في المنتدى، أما إذا رغبت بقراءة المواضيع والإطلاع فتفضل بزيارة القسم الذي ترغب أدناه.
sher
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.

sher

s
 
الرئيسيةKOBANIأحدث الصورالتسجيلزهرة كوبانيدخولtwitter

مواضيع مماثلة

     

     SeRhAdO (CIROK U PEYVE STRANA) HIPHOP

    اذهب الى الأسفل 
    كاتب الموضوعرسالة
    روان عطي
    مشرف
    مشرف



    المشاركات : 9
    تاريخ التسجيل : 10/10/2009

    SeRhAdO (CIROK U PEYVE STRANA) HIPHOP Empty
    مُساهمةموضوع: SeRhAdO (CIROK U PEYVE STRANA) HIPHOP   SeRhAdO (CIROK U PEYVE STRANA) HIPHOP Emptyالخميس أكتوبر 22, 2009 11:07 am

    [img]SeRhAdO (CIROK U PEYVE STRANA) HIPHOP 892791720[/img

    JIYANA SERHADO

    Serhado di sala 1984an de li paytexta Swêdê, li Stockholmê hatiye dunyayê. Malbata wî ji gundê Halaxê ye. Halax li Bakurê Kurdistanê ser bi navçeya Midyadê ve ye. Malbata wî di salên 1970î de hatiye Swêdê. Serhado li pêsbajarê Stockholmê li Sollentuna li gel dîya xwe bi xwusk û biryayê xwe re mezin bûye. Wî bavê xwe pir nedidît, ji ber ku bavê wî li Brukselê li MedTV de kar dikir. Dema Serhado ses salî bû, albuma koma hîp hopê Kriss Kross ji wî re hat dîyarî kirin. Ev grûb bi cilên xwe perûpês lixwekirinê ve navdar bû. Serhado teqlîda wan dikir û wî jî cilên xwe wek wan li xwe dikirin. Ji wê demê û pê ve Serhado ji muzîka hîp hopê hez dike. Wexta 13 salî bû bi swêdî dest bi nivîsandina stranên hîp hopê kir. Serhado dibêje: ”Gotinên stranên min li ser neynika dilê min û serê min in. Ez behsa derdora xwe dikim: evîn, neheqî û tistên wilo”. Serhado pistî çend salan dest bi hîp hopa kurdî kir. Ji ber ku ew dixwaze gelê kurd stranên wî fêm bike. Serhado dibêje: ” Ez dixwazin kêmasîyên me ji hundir ve bugherim. Her kes li gor xwe tekosîn dike, ez jî bi rêya muzîkê tekosînê dikim. Ez bi qasî karîna xwe dixwazim alîkarîya Kurdistanek azad bikim. Xeyala Serhado ya ji zaroktîyê ew bû ku albumeka xwe derxe. Serhado çend sal li derhênerekî/a li gor fikrê xwe gerîya. Rojekê peywendîya wî bi derhênerê tirk Can ”Stress” Canatan bû û wan dest bi xebata albuma Serhado kir. Pistî nîvsalekê xebata wan ber bi dawîyê hat û Serhado albuma xwe ya ewlî qedand: Xewna Jiyan. Di vê albumê de 12 stran hene. Serhado bi çend hunermendên bi navûdeng re hevkarî çê kir: Beyto Can, Xêro Abbas, Hesen Serîf û Rotinda. Her weha wî bi çend hunermendên din yên ciwan (genc) re jî hevkarî kir: Sîdar Yigit, Dilava Bîngol û Xelya Seker. Serhado dibêje: ”Ez hêvîdar im ku muzîka min dê bi dilê we be û kêfxwesîyê bide we. Hedefa min ya duyem ew e ku ez ji bo ciwanên ku li navçeya ez lê çêbûme re studyoyeka muzîkê vekim ku bila ew jî wek min xayalên xwe bi cih bînin

    PEYVE STRANA

    LO DILO

    Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo
    Em man li bin diwaran, lo dilo lo lo
    Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo
    Gelek kustin evaran, lo dilo, lo dilo
    Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo

    Baran ser me dibari di demeki tari
    roj hat pey ewr e, me di ronahi
    gel rabuye ji bo tekosina rizgari
    agir dan can, nikarin vemirinin ari
    gel nesekini, em he ji liberxwedane
    xwe bi hevra gredane bi hedefa jiyane
    em siyarbuna bi siyarbuna serhildane
    hildin seren xwe, hildin ala Kurdistane
    ji mij u dumane roja welat diyar bu
    ji kosa zindane deriye asti vebu
    car parce hebun, em parce parce bun
    le em e bibin yek bi soresa serxwebun
    iro dema demike nu, duh ji bu dirok
    roniya peseroj, bi wi awi qedi cirok
    bila bi dil, bi can, azad bifire kevok
    bi can, bi xwin, em tere ne ey serok

    Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo
    Em man li bin diwaran, lo dilo lo lo
    Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo
    Gelek kustin evaran, lo dilo, lo dilo
    Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo

    Ez ketim deste neyaran, bindestiya leskeran
    min berdin ji desten wan yen bi xwina insanan
    ke serefa xwe firot, ke ez firotim ji waran
    ez xistim zindane nav car diwaran
    eris he dewam dike heta me heqe xwe stand
    naqede heta ko me zulma dijmin sikand
    naqede, hevidariya me we nemirand
    we em sewitandin me ji heyfa xwe hiland
    u cek dan ser milan ji bo parastina gel
    deste we da ye ko hun biguherin rupel
    wan hestiren dayikan em bi xwe naxwazin bibinin
    ne ye wan, ne ye me bira bibinin mirin
    Kurdistan em bin deste we da nahelin
    le baweriya me ye em bi hev ra weka bira biminin
    em e tola xwe hilinin heta ew roj hat
    yan mirin yan azadiya welat

    Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo
    Em man li bin diwaran, lo dilo lo lo
    Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo
    Gelek kustin evaran, lo dilo, lo dilo
    Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo

    Xewna jiyan

    Bin tirejen roje yan bin barane
    Em e siyar bibin ji xewna jiyane
    Bin axa dinyaye yan bin ezmane
    Em e siyar bibin ji xewna jiyane.

    Jiyan ji xewna xwe siyar bu, ji cihe xwe rabu
    cu dest u ruye xwe sust, bi kef u dilxwesi bu
    rabu here xewna xwe bibine, jiyan ti bu
    nive qedehe vala bu le je ra nivi tiji bu
    jiyan ruhe xwe da ji bo xwe bigihene hedefe
    berik belki vala bu le zengin bu bi serefe
    serbilind bu, esqa jiyan ji her tisti zedetir bu
    bar ji ciqa giran bu mil he je qawettir bu
    bi caven te jiyan yek e, bi ye xwe yeki di ye
    bi zehmeti rabu xwe gihande sere ciye
    le hatin jiyan siyar kirin, siyar kirin ji xewna
    xewn e jiyan, jiyan xewn e

    Bin tirejen roje yan bin barane
    Em e siyar bibin ji xewna jiyane
    Bin axa dinyaye yan bin ezmane
    Em e siyar bibin ji xewna jiyane.

    Jiyan ji xewna xwe siyar bu, ji cihe xwe nerabu
    direjkiri fikiri be ci standibu u ci dabu
    bi bi hebu, ci nebu, be je ra ci mabu
    ye bere pe re li vir bu cu winda bu ku
    sere jiyan ne sax e, miriye ji dilbirinan
    miriye ji beriya, negere li miften deriyan
    diben ronahi ye u behr u ezman sin e
    le behra kur u ezmane dur res u tari ye
    res e weke caven jiyan, res e weke kezebe
    be ditine u be femkirina sebebe
    meleken mirine, jiyan siyar kirin ji xewne
    xewn e jiyan, jiyan xewn e.

    Bin tirejen roje yan bin barane
    Em e siyar bibin ji xewna jiyane
    Bin axa dinyaye yan bin ezmane
    Em e siyar bibin ji xewna jiyane.

    Xewn e jiyan, ere jiyan xewn e
    me ji rastiye dur dike, me dikisine deverna
    ci ferq e xewn u jiyan bi jiyana nava wan da
    ferqa xewn u rasti weke tayeki zirav e
    ko nebe xerabi wi wexti tuneye qenci
    em nebinin tari, em nabinin ronahi
    xwede jiyane dide u xwede jiyane dibe
    wexta yek insan te, yeki di ji vir dice
    ci iro sax bibe we sibe bi mirine biqede
    te bi ci dest pekir, ci ji te te, dive tu xelas biki
    wexta tu ji xewa xwe siyarbu u caven xwe vekir
    posman nebe te ci kir, posman be te ci nekir
    ko roja tu hat, tu ji xewna xewe disa siyar nabi
    wexta keti nava du keviran, disa narabi
    wexta lase te vala bu, wexta cane te diyar bu
    wexta dile te sar bu, jiyan ji xewna xwe siyar bu.

    Bin tirejen roje yan bin barane
    Em e siyar bibin ji xewna jiyane
    Bin axa dinyaye yan bin ezmane
    Em e siyar bibin ji xewna jiyane.

    EV CI YE?

    Ez dibem hiphop bi kurdi, herkes sas diminin
    diben cawa cedibe, pista stuye xwe dixwirinin
    Ji dil cu dere min, derket ji deve min, xwe vala dikim
    wexta fikir u hesten xwe ji we re diyar dikim
    Ev kiye, ev ki ye, ez im Serhado
    we yeqin nekir le cebu eyni wek min ji we re got
    ev ci ye, ev ci ye, hiphopa heqiqi ye Serhado ki ye, kuro lawo ev ci ye.
    Ev e hiphop ye ez sani dikim ji we re
    herikiye nav damara ji heste u cara
    he ses sali bum min pantor ters li xwe kir,
    bi cilen gelki ji min meztir min dest bi reqsa kir.
    Dive em xwe peskes kin, nu u cuda bi hemu rengi
    ji deverna derdikevin yen nebun beri hingi
    nebu DTP, nebu Med TV wi wexti
    Serhado, cara pesi, hiphop bi kurdi.

    Ev ki ye, ev ki ye
    ev ci ye, ev ci ye.
    Ev ki ye, ev ki ye
    ev ci ye, ev ci ye.

    Sezde sali dest pekir, iro bist u dudo me
    gelek tist qewimin le ez eyni Serhado me
    bi van gotinen ji dile min u bi muzika ji can
    xewna min bu rastiya min bi "Xewna Jiyan".
    Ez ne ji bo te dibejim, na ez ji bo te nasekinim
    ez dicim esq u nefret tif dikim ji bo rehet bim
    min ji me re vekir deriye, mifte bi xwe re nebiriye
    ji bo careki di nebejin ev ki ye u ev ci ye.
    Dengek e millet dirake, denge bindestan
    bi xaberen bi meane ditinen xwe didim dest wan
    belki cara pesi ye le ev ne cara tali ye
    yen vala vala ji heye, ew kare bekari ye
    ere min ji te re got be ci armanca min e
    ji bo fikren xwe vala kim u siyar kim rexistine
    ji bo tu kelikek bifikiri dixwazim ci ji te re bejim
    ev e hiphop, bi gotine sere te dihejinim.

    Ev ki ye, ev ki ye
    ev ci ye, ev ci ye.
    Ev ki ye, ev ki ye
    ev ci ye, ev ci ye.

    GULEN GULISTANE

    Em kec in
    Kece kurdan in
    Kulike sere lawan in
    Bi hev re dirabin serhildane
    Weke gulen gulistane.

    Xuske delale, tu kulika male
    rabe ji sikake u denge xwe rake
    bi denge te ye zelal dinyaye siyar ke
    ci ji te re bejin nexe dile xwe xem nake
    nehele tu kes pel te bikin, sere xwe rake
    nehele zulma me ser sere te dewam ke
    ne hezkirin e ko yek bibine ci dane
    iqridar e, ko ne bi xebera bi ledane
    xuska'm azad be, xwe sist ke ji gredane
    serbest rabe weka gulen gulistane
    cane cane namese bi ve jiyane
    kecen Kurdistane bi hev ra rabin serhildane.

    Em kec in
    Kece kurdan in
    Kulike sere lawan in
    Bi hev re dirabin serhildane
    Weke gulen gulistane.

    Ez fem nakim, hun cawa fem nakin
    ez cawa bidim femkirin, em cawa dinye siyar kin
    nabinin ya naxwazin bibinin, jin bindest in
    ji bo kontrol e ji desten wa da derkeve ditirsin
    ka ji dil ji min re beje, em e ci eunda kin
    ko dayika te u xuska te seren xwe bilind kin
    eyb e be em bi ci cavan li wan dinerin
    kecen bava ne, xusken bira ne, belki ji bi mer in
    dixwaze cawa ye te bibinim, ye min ji eyni binerin,
    hez we dikin tene weka min newerin bejin
    nesekinin, heqe xwe bistenin, bes bitirsin
    zanibin hene birayen we ye deste we digirin.

    Em kec in
    Kece kurdan in
    Kulike sere lawan in
    Bi hev re dirabin serhildane
    Weke gulen gulistane.

    Bi rasti fehit dikim ji va hereketen zilama
    ji dela fikir u hest, nefs dibake wana
    ne cave xelke de ye, seref u namus dil de ye
    ez ne melek im le na, ez ne weka we me
    u ne nermin im, ji bo min esqa xwe sani da ye
    xuska'm ci ibibe, ji bo te ez i li va me
    tu zani ez naxwazim ko ez dile te bihelim
    ji wulo qusira min ci be efukirine digerim
    dive em caven xwe vekin u pel tu kesi nekin
    dive em fem bikin u bilind bikin qimeta jin
    dive kecen me serbest, zana u serbixwe bin
    bi serhildana gulen gulistane bi hev re dirabin.

    Em kec in
    Kece kurdan in
    Kulike sere lawan in
    Bi hev re dirabin serhildane
    Weke gulen gulistane.

    DILAN


    Cane cane were were meydane
    kec u xortan rabin bigrin dilane
    xwe bihejinin, bihejinin dinyaye
    xwe ter bikin bi kef, kefa, jiyane
    mala we ava, ka beje ki buk e ki zava
    dawet kengi be, ser xere be, ser sera, ser cava
    ser sere xwe dake susa miske ya ava cala
    sahiya hevala dilxwesi ye, fikir maye vala
    evar e, he maye, heta sibey em i va ne
    heyde li tembure lexin, he ji bejin strana
    hema hun ki bin herin xwe berdine meydana
    hic deste hevdu neberdin, govend e, dilan e

    Buke delale, hemu sekinine ji we ra
    herne ruye we u ruye wi zavayi pe ra
    herin bibne je ra, herin zera gredin pe va
    kecke gunde me buhan e, werne werne seva
    buna jin u mer, bi dil u can xwe giredan
    gul vebun, ji bo pererojen wa redan
    zurne he dileyize, li dehole le dan
    bi xer hatin u ji her dera hatin mevan
    isev seva dawete, bibine kefa milete
    isev seva dilane, weka dibeje adete
    bihejinin mila u linge xwe ji bavejin
    ki zava ki zava, nave zave ji me re bejin

    Dilan e, dilan e, bi ruh u dil u can e
    mirisk u birinc u parikek nan e
    dilan e, dilan e, bi ken u bi kef e
    buk u zava dicin wunda dibin nav lihefe
    deng bilind dibe, denge ko te ji salone
    ava tuj diherike nave, diherike ji bidone
    bira kef kefa cane nece, dilan e serxwes e
    fikren derda ji bira cun, nuha dinya kefxwes e
    ne tari, ne res e, isev ronahi
    kece nece, bernede deste wi
    em e hevdu bibinin, heta careke di
    he dilan e, disa dora zurnaci


    YADE

    Tu hevde sali buy wexta ji welate xwe cuyi
    hati Ewrupa sih u car salen te li wa dera diburi
    tu ji biray xwe ji diya xwe ji welate xwe dur i
    te xwe fer kir li dibistana jiyane fer buyi
    bi fikre insane dura xwe ditine te cebun
    deriye dinyaye u reya bas bi deste te vebun
    li dibistana zaroka sixuli sal derbas bun
    dil sixest wexta ape te u bave te ji dinyaye cun
    tu berketi reng guheri weka xwe ji nemayi
    kulen te kur bun ne bi tene dil u can tu esayi
    nexwesi belav bu lase te hemuyi tu skayi
    ji bo her se zaroken xwe disa hildayi.

    Yade yade yade wek kulike rabe
    Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe
    Negri negri yade wek kulike rabe
    Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe.

    Tu dayika min ya delal e ji kure dayika xwe me
    dibejin ez li te hatime dibejin ez ji weka te me
    u ji bo em weka hev in sere me ji beli ne
    nefsa me ne mezin e u nefret dile me da nine
    behna te teng e ez ji bare milen te giran dikim
    tu herro ji min ra dibeji le disa bi ya te nakim
    hindik mabu ez bikevime reyeki xerab
    wexta min xarabi kirin ruye te hat ber cav
    yade ez zanim te bi wi awayi mezin nekir
    tu sekini bu ki me re te em bi terbiye gihandin wir
    te jiyana xwe dayi me nabe te tene spas bikim
    dile te nahelim ez e te serbilind kim.

    Yade yade yade wek kulike rabe
    Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe
    Negri negri yade wek kulike rabe
    Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe.

    Yade wa yade tu yi agire jiyane
    yeke weka te yade tuneye li dinyaye
    tu nerunist, li male, li derva tu bi xwe rabuyi
    tu kurd i, tu jin i, u tu he ji serxwebuni
    tu gelek cara keti le sere xwe disa rakir
    te em perwerde kirin wexta bave me xebat kir
    ez hertim sani nadim le ez qadre te zanim
    ye tu iro ji min re diki ez sibe hic ji bira nakim
    her tisti ji hevdu re dibejin tisteki naveserin
    tene tu min nasdiki be te naxwazim li vir biminim
    yade ji tere ci lazim be ez e herim ji tere binim
    le heyate da nikarim qenciya te vegerinim
    ev xwina te ye ye diherike nava lase min de
    bi dayikek serbilind weka te ye min ji bilind e
    dixwazim we bejim ez ji te hezdikim ev spasdari ye
    dile min da dinivisine Rukiye

    Yade yade yade wek kulike rabe
    Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe
    Negri negri yade wek kulike rabe
    Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe

    مع تحيات : روان عطي
    RAWAN ATTI]
    الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
     
    SeRhAdO (CIROK U PEYVE STRANA) HIPHOP
    الرجوع الى أعلى الصفحة 
    صفحة 1 من اصل 1
     مواضيع مماثلة
    -
    » Hunermend seyda peyve strana

    صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
    sher :: منتدى الفن و الفنانين :: منتدى أغاني :: منتدى أغاني كردية-
    انتقل الى: