JAN-STO عضو نشيط
المشاركات : 20 العمر : 37 تاريخ التسجيل : 05/04/2008
| موضوع: ........Baqî Xido الخميس أبريل 17, 2008 1:56 pm | |
| Dengbêjê Deşta Sirûcê Baqî Xido Baqî Xido dengbêjekî mezin e. Ew yek ji wan dengbêjane ku bi dengê xwe klasîkên, destan û serpêhatiyên Kurdan parastiye. Baqî Xido di sala 1920 de li bajarê Kobanî ji dayîk bû ye. Wî di sala 1995 de ji ber sedemên nexweşiyê dest ji dengbêjiyê berda. Jiyana Baqî Xido di feqîrî û perîşaniyê de derbas bû ye. Di dengbêjiya wî de rola Mihemedê Dûman (jêre li Kemanê dida) û Mihemed Gulî (li tembûrê dida) gelekî mezin e.Di jiyana Baqî Xido de, ku hema hema U be sedan kasete we hene. Ew bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Lo Dilo û gelekên din navdar e. Baqî Xido li seranserê Deşta Sirûcê, heya Ruha, Entab û Cizîrê bi nav û deng e. | |
|