dost نجم المنتدى.
المشاركات : 3771 العمر : 45 المزاج : عصبي تاريخ التسجيل : 17/06/2009
| موضوع: Şivan Perwer li gel Orkestra Oriental li ser Sahnê الأحد سبتمبر 27, 2009 9:45 pm | |
| | Fonda Muzik û Hunerê vê carê jî li Bajarê Frankfurtê li Hessischer Rundfunk hewil da ku Konsertek bi rûmet û prestij amade bikin. Konsert li salona weşanê ya Radyo û Televiyona Hessen (hr Sendesaal) li roja 15 Îlonê demjimar 19.00 destpedike. Di vê Konsertê de guhdar û temaşevanên me yên zêdetir ji endam û berpirsên mercên idarekarên eyaleta Hessen û bajarê Frankfurt, hunerhez, nivîskar, endamên Hessischer Rundfunk û rewşenbîr bin. Em hêvîdarin gellek kes ji xellkê me jî tevli Konsertê bibin.Em bawerin bi tevlêbûna Kurd, Alman û Gelên mêhvan dê atmosfera Konsertê gestir bibe. Konsert bi piştgirîya rojnama mezin û navdar ya Almanza ‚Frankfurter Rundschau’, wezareta Lekolîn û Çandî ya Hessen, Beledîya bajarê Frankfurt û Kurdistan TV amade buye. Konsert ji hêla Kurdistan-TV û Hêssischer Rundfunk de tête weşandin. Şivan Perwer bi repertuarek nûh li gel 12 kesan Tipa Muzika ORIENT ORCHESTRA û Hunermenda Zazmanc SENA programa Konsertê dixemilînin. Salona Hessischer Rundfunk bi teknika Deng, Ronahi û Atmosfera xwe gelek bi rêk û pêke. Ji ber rewşa salonê mixabin derfeta destûra tevlêbûnê ji bona zarokên li bin 12 salan nîne. Hêvîdarin em hevdu li warê vê Konserta bi prestij û sempatikar bibînin. Bilêtê vê konsertê li hemun deverên cihê bilêtfiroşên tîyatro, Konsert uwd. pêydedibin. Xeta Telefonê: 069-1552000ö www.sp-f.org CÎH: Hessischer Rundfunk-Sendesaal, Bertramstr. 8, 60320 Frankfurt, Dornbusch Gihanî: Trêna binerdê -Frankfurt (Main) Miquel-/Adickesallee |
|
| |
|