|
| Helbestên Cîgerxwîn..!! | |
| | |
ßÇÊÈ ÇáãæÖæÚ | ÑÓÇáÉ |
---|
dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:34 pm | |
| Hetta Kengî Di Xewda Bî? !
Bese millet li te şerme Hetta kengî di xewda bî? !
Dibin destên neyaran de Hejar û dîl û kola bî?
Bihar va tê çiya xweş bûn Weke şêran herin şer em
Çima wer jar û xemgîn bî Hetta kengî tu ranabî! ?
Binêrin win li Engola Weke şêran ketin çola
Serê te hişk wekî pola Di bin destê neyara bî?
Serî hildî, tu gernasî Eger rabî tu mêrxasî
Gelo raste divê bimrî? Di nav dijminde winda bî?
Ji dijmin re dibî rencber Bi paş de mayî bê rêber
Ji bo dijmin dibî şevger Bese îdî weha nabî! ?
Were carek ji xew rabe! Weke gernas û şêra be!
Xwe pêkbêne bi hevra be! Divêm hişyar û zanabî
Bese win rê bidin zana Bidin pêzan û hozana
Ji bo çi wer li pey şopa Beg û şeyxa û axa bî?
Çi ol û êl û malbatin Evên dî qey hemî tatin! ?
Hemî yek dar û yek katin Bibin yek da, ku dil şabî
Bi: tang û top û lek millet Tu gavan pêş de bavêjî!
Hetta kengî li benda van Niviştê: şeyx û seyda bî! ?
Tu guhmed van beg û axa Xwe rapêçê li ser şaxa
Ji dijmin bigre van baxa Tu dê serdar û paşa bî!
Cegerxwîn im dixwazim ko Ji bo te rast bibêjim ez
Tu guhdêre li dengê min Neko saza li ber ga bî? . | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:41 pm | |
| Jin Hene-Jinkok Hene
Cihan bû ye zivistan Rê û biwar rawestan
Berf û baran û bahoz Hawîr bûye terpetoz
Çûk nikarin derkevin Teba nema dilivin
Rê winda kir çîqê reş Di wê roja pir nexweş
Cihan li ber tarî bû Ew nizanî diçî kû
Bi bez diçî, dil bi kul Per û terî hemî şil
Ji ber serma Sibatê Xwe avête ber latê
Pir tarîye, bû dereng Di şikeftek reş û teng
Çîqê reşê pir bi rû Xwe avête hindirû
Ket hêlîna kevokê Xwe berdaye ser çokê
Kevokê kir qire-qir Pepû, ji ku hatî vir?
Ba, bahoz tên bi gij-gij Cihan tevde bûye mij
Ez hatime mala te Xwe daye ber pala te
Ez î wekî te teba Gerek bêjî: merheba
Van çend rojan Sibate Tim namênim li ba te
Ezê herim mala xwe Bighêm cem hevala xwe
Lê kevokê bi xeyd go: Na heyra, na, de o, to!
Îşev raze, sibê zû Here bêka diçî kû?
Ez bi tenê jina bî Hêlîn tenge, nîne cî
Nêr hemî dest dirêjin Xelkê siba çi bêjin?
Cegerxwîn
| |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:42 pm | |
| Ka Kevin Nadêrin
Bavê te gelek ji me kuştine Wey bêbext, bêbext, bêbext! Malbata me û we li ber hevin Bi tiving û şûr û dar û rext
Dijminahiya me dijmin kire axa Ma ne bes e, ta kengî wilo bin? ! Ji dest me derxistine ew tac Û can û mal û dar û text
Serê xwe li min dihejênî; Yanî gunehkar im ez Berê xwe ji min diguhêzî; Yanî gunahkar im ez
Were em ka kevin nedêrin! Û guh nedin heçî çû Bextiyarî çavnêrî me ye Ko bê pir bextiyarim ez
Ji bavê te re çi hatiye gotin Bê bextîne, bê bextîne tev Ji diya te re çi hatiye gotin Durûtine, durûtîne tev
Cobarên bê bexte li gundê me û we Dibin wek derya ko tev bighên hev
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:43 pm | |
| Kaniya Evînê
Ez û bilbil bi gul û yar navdar in Nîşanê evînê ne tenê ne dildar in
Dost û yar du dar in, payebilind û şîn Dostanî, dilbijî di nav da pêtî û ar in
Evîndar her yek rengekî dixwazin Hin dilbijê sorgul û dilbijê reşxar in
Evîn kanî ye, şêrîn û tehlî tê da yek so Lê li hawir beden û çember û dîwar in
Ji wê kaniyê cihokek tê ser dilê hejar Pêlên pêşi xweş in, lê ên paşî dijwar in
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:44 pm | |
| Keça Kurd
Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?
Dixwazim zû bixwênî xweş, ji ser rû rakî çara reş Tu gavan pêş de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî
Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî Bi destê te kelaşînkof, bera zana û xwenda bî
Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî
Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî
Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî Diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî
Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cen Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?
Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî
Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra be Bera Ala meya rengîn, li ser şaxan te hilda bî
Di rojên şahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê Bi hevre em herin dansê, tu padîşahê rinda bî
Şirîn û nazik û rind bî, şeker lêv û sipî zend bî Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî
Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî Bere dîsa tu şêrîna dilê xorta û Seyda bî
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:44 pm | |
| Kengî Tê Bê?
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê şêrîn devê Lêv hingivê, ebrû çivê Por şevê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê sebra dila Por şevînê li ser mila Em herne nav bexçê gula Gul bidne dengê bilbila
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, lêv şêrînê Dêm nîvişkê hingivînê Derman bikî vê birinê Bighêne hev Mem û Zînê
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê herne çiya Rûnin li ber hûr deviya Paldin li ser gul û giya Rûnin li bin siya biya
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê meş xeramê Şêrîn kenê, şekrê Şamê Kengî bê ez xulamê Ez ramîsim te dotmamê
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê
Pêncî sal in ez bi şîn im Ez ceger her dem bi xwîn im Pir nexoş im, dilbirîn im Ez li ser te her dixwînim
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:45 pm | |
| Kîme Ez?
Kîme ez? Kurdê Kurdistan Tev şoreş û volqan Tev dînamêt im Agir û pet im Sor im wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqim Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîme ez?
Ez im rojhilat Tev birc û ketat Tev bajar û gund Tev zmar û lat Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar Xurt û koledar Ji rom, ji fireng Di rojên pir teng Bi kuştin û ceng Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîme ez?
Rojhilatê nêzik Rojhilatê navî Ev bajar û gund Ev bej û avî Ket bin destê min Pî da ser dijmin Min bi ceng û şer Zanîn û hiner Pişta wî şikand Serî lê gerand Ez bûm padîşah Xurt û serbilînd Ketm destê min ta sînorê Hind Kîme ez? Kîme ez?
Kurdê serf iraz Dijminê dijmin Dostê haştîxwaz Ez xweş mirov im Ne hirç û hov im Lê çibkim bê şer Dijmm naçî der Bav û kalê mm Dijîn tev serbest Naxwazim. bijîm Te ebed bindest Kîme ez?
Divê ez derxim Dijminê xwînxar Şahê efyûnkêş Jontirkê dijwar Serbest bijîm ez Wek hevçaxê xwe Dilxweş bîxum ez Rez û baxê xwe Çekan hilgirim derkevim meydan Rêçek nû çêkim ji boyî însan Kîme ez?
Ez im ê şikand leşkerê Rêşar Min bi xwîna xwe parastî ev war Di sînga dijmin ez bûme kelem Xwe dan ber siya min Turk û Ecem Li ser serê min Sinbil û kulah Serê hespê min Digirt Padîşah Ez im ew gernas Ew Selahidîn Bipirs ji dimyat Bipirs ji Hetîn Kîme ez?
Ez im Erdeşîr Ew Noşîrewan Kesrayê mezin Bi tac û eywan Dostê kevnare Ko bûne dijmin Ser ditewandin Ber agirê min Ez im ew qelaş xurt û pehlewan Xerac min distan ji Hind û Yewnan Kîme ez?
Ez im gernas ez im ev mêrxas Belê ez im Kurd Yro ez mame Bindest û zigurd Ew tac û eywan Tev çûn û rizîn Dijmin nav û deng Tev ji min dizîn Xistin laşê min mîkrobên teres Ta bûm perîşan bê nav û nekes Kîme ez?
Ez im ew kurdê serhişk û hesin Yro jî dijmin ji min ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr Biteqim ji bin Dîsa wek mêra Bikevin çîya Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim Kurdistana xwe Axa mîdîya Kîme ez?
Kawey hesinker bav û kalê min Perçiqand serê Zehakê dijmin Ji gerdana kurd Wî şikand zencîr Serê me parast Ji birîn û şûr Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz Zivistan diçî Ew rojên ne xweş Parêz dibî kurd Ji dêwê zergeş Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan Kîme ez?
Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz Divê bistênim Wilo nemênim Bigrim tol û doz Fermandar bim ez Li ser Kurdistan Bo min bimênin Ev bax û bustan Ev şax û ev deşt Rez û şînahî Bigrim destê xwe Dil xoş û şahî Zana û xwenda Dezgevanên xurt Vî warî bigrin Bikin ronahî Kîme ez? .
Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar Ez im ew Lolo Kardok - û Kudî Ez im Mad û Goş Horî û Gudî Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor Çend hezar sal in Kurdistana min Perçe perçe ma Bindestê dijmin Kîme ez?
Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Bûne Olperest Bi tizbî û xişt Ta dijmin şikand Li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn Ta ko Kurdistan Ta ko Kurdistan Jar û perîşan Kete bin destan Kîme ez?
Ez im ev milet ez im ejdeha Ji xewa dîlî şîyar bûm niha Dixwazim wek mêr Dixwazim wek şêr Serê xve hildim Çi ser bilind im Bi cîhan carek Ez bidim zanîn Rêçika Markîs Rêçika Lenîn Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem Bejin bilind im Wek Dêw bilind im Ez dest dirêj im Serbest dibêjim Dixwazım bi lez Gavan bavêjim Kîme ez?
Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez Serdarê me ye gernas û nebez Em şer naxvvazin Divên wekhevî Em paşve naçin Dijmin direvî Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan bimrî koledar Kîme ez?
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:46 pm | |
| Kurdo Namûs e Rabe
Kurdo namûs e rabe, Ji bo me qet we nabe, Li şorişê tên kuştin, Li vir vexun şerabe!
Ji bo fidakariyê, Em dernegan vekin zû, Da birayên îranî, Li me nekin îtabe.
Mal û çekan verêkin, Canbezaran bişênin, Li wir birçî dimênin, Li vir dixun kebabe!
Kelaşinkof li milde, Wek Erdeşêr û Şêrkoh, Ala Kawa tu hilde, Guh med li afitabe.
Eger divê azadî, Tu guh mede li sadî, Zû derkeve ser şaxan, Hetta roja me jî bê!
Le ger tu jinperestî, Welat divê bi sistî, Hêvî dikî tu avê, Ji leylan û şerabe!
Zanim tu xweş egîtî, Bermayê Mad û Mitî, Di serde rengê şêrî, Li Baximiz û Hebabe!
Gel dixwazî tu rabî, Weke şêr û gura bî Dijmin tu zû dişkênî, Eger tu wek bira bî.
Çil sale dilbirînim, Cerg û hinav bi xwînim. Welatparêzî lew ez, Dixwazim zû tu rabî!
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:46 pm | |
| Kuştim Şêrînê Yar zanî gulperest im, baqê gula da dest im, Bade ji dest ne noşîn, ah ma çima sermest im? ! .. Mest im ji dest wê dînê, ah kuştim ah kuştim _____________________________Ah kuştim şêrînê…
Bi dilxweşî, bi yaîi yarê da min diyarî, Ne perde hişt ne çari serxweş kirim neçarî Serxweş kirim wê dînê, ah kuştim ah kuştim _____________________________Ah kuştim şêrînê…
Maçek ji lêv şêrînê miryan tênî ser jînê, Guft û ken û laqirdî dikin bahar, havînê, Dinya me da mizgînê, ah kuştim ah kuştim _____________________________Ah kuştim şêrînê…
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:47 pm | |
| Li Rojhilat
Şev reş û tarî, bahoz û bandev Nakevî dest me: ne razan ne rev
Hewrên rêzanî tarî û giran Berfê bibarî, yan gulebaran?
Em reşhewravin kevneperestî Tênin bîra min dîlî, bindestî
Dar bikevî dest mirovên xwînxwar Dîsa dimênin birçî û hejar
Karê me dibî veşartin û rev Tavê nabênin bi rojê em tev
Tênin ber çavan dijûn û lêdan Şemaq û qamçî, kawçûk û zindan
Pêlên zordestî wek lehî û çêm Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem
Di ber xwe dibin bîr û serbestî Paşve diþ kênin nûjenperestî
Tên perçiqandin tev destûr û rist Raserî me tên ev kevnepirist
Benda Azadî li xwe napirsî Belkî ez şaş im, ji wan natirsî
Tarîx û abor, herdu di gel me Eger bitirsin ji bo me şerm e
Badîhewane ev tav û bahoz Eger em rabin hemî dibin toz
Vane, şiyarbûn cotkar û karker Dijmin têşênin bê ceng û bê şer
Çiqas bimênî ev cihan bê deng Bê şer, bê kuştin, be halan û ceng
Em her diçin pêş, dijmin diçin paş Bê av digerin ev dolab û aş
Sermayeperest, tev top tavêjin Nabênin îro çawan sergêjin? !
Ew çi talan û çi ceng û pevçûn Bila xweş bikin hemî cî û şûn
Hemî em mirov bibin wek bira Cî nedin diza, rê nedin gura
Cihan xweş bikin tev bax û bihişt Ne şûr, ne xençer, ne derf û ne xişt
Keser nemênî wek min dilbirîn Ev dinya xweş e, dinya Cigerxwîn
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq) | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:48 pm | |
| Lorî
De lorî, lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Millet ku sax bî nema tu dimrî De lorî… Millet şiyar e gelek gihaye Tiving bi dest e li ser çiya ye Şêr û piling in, hawîr dibazin Doza me Kurdan, serbest dixwazin De Lorî… Bi xwîn nivîsîn li ser zinara Li vir nemaye cihê neyara Biqeşte dijmin, qada me berde Ew der welatê gernasê Kurd e De lorî… Dijmin bi top û firok û leşker Bumbardûman kir welat li her der Hilweşandin tev mizgeft û dîwar Kûr kûr dinalin, jar û birîndar De lorî… Zar û zêçên Kurd, pir têne kuştin Dexl û rez û pez, tiştek nehiştin Tazî û birçî, bin banger û berf Wan naveşêrin, şikeft û berqef De lorî… Li ser zikên xwe diçin bi mestî Din dest û hin pê, hin ser şikestî Di şevreşan de gernas û rêber Şêrên birîndar, dema diçin şer De lorî… Dijmin ji tirsan dişkên û dimrin Derbend û rêçan li ber digrin Ji wî distênin derb û berên xwe Xwedî dikinpê em leşkerê xwe De lorî Serdar bilind e rêzan û mêr e Zêrên serê xwe bişênim jê re Bere bişroşî, bidî bi şeşar Berdî dijmin û neyar De lorî Qada me berdin ji bo me yek ser Aştî dixwazin, me navê ev şer Em jî wekî xwe divên serbestî Ma ki dixwezî, dîlî, bindestî? De lorî…
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:48 pm | |
| Fidakarê Welat im
Erê dayê metirse vame ha tim!
Wekî roj im niha vame hilatim! Ji bo ko te ji dest dijmin derênim
Wekî Zab û Ferat im, kêferat im Dixwazim derkevim şax û zinaran
Li ber dijmin wekî lat û kelat im Ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî
Ku ez hatim wekî Zab û Ferat im Didim ber xwe hemî sermayedaran
Wekî şap im di Sîpanê Xelat im Ji dostan re hemî pertav û ronak
Ji dijmin re wekî ar im, şewat im Ji bo jar û belengazan bihar im
Ji bo har û neyaran ez şibat im Li tarîxê binêrin ez kuda me?
Xwedi eywan û birc û pût û lat im Ev im ez, lê di bin destê neyaran
Eger rokê ji xew rabim du qat im Li ber pozê neyaran xurtemêr im
Ciger-xwînim, fidakarê welat im.
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:49 pm | |
| Keko Ez Bilûrvan im
Keko ez bilûrvan im Bi her tiştî dizanim
çiyan tênim govendê Berxê mîjo di bendê
Hirç û hov û dar û ber Lotan didin tev li ber
Ev masiyên Derya Reş Bi bilûra mi serxweş
Welat tijî bûn li deng Tên dîlanê şox û şeng
Keko ez bilûrvan im Ez şivan û gavan im
Rûniştîme bin darê Didim pesnê biharê
Dengê saza min zîz e Darblûra min gwîz e
Ez pif dikim bilûrê Dil agire dikurê
Şiyarbûne rast û çep Turk û Taçîk û Ereb
Vexwariye me ev durd Ji bo şiyar bikim kurd
Lê ez çibkim ranabî? Nizanim wê çawabî?
Nizam kere jan jî ker? Ez bi gurzan tême ser
Serî hişke wek kevir Divê bişkê bi bivir
Divê gurzan deynim ser Yan jî jêre bêjim her
Dijmin dêwê xwînvexwar Welat kirye tar û mar
Hirç ketiye nava rez Li min bûye lez û bez
Dikim hewar û gazî Bi vî dengî, vî sazî
Kes guh nadî saza min Qîr-qîr û gaz-gaza min
Kurdno hemî bibne yek Dest bavêjin gurz û çek
Werin þ erê hirç û dêw Biparêzin mal û mêw
Ji vî bextê minê reş Ez nexweş û ew nexweş
Bê xwedîne rez û mal Ezê çibkim pîr û kal
Rezê mine ji kerkûş Dijmin xwar û maye pûş
Dikim qêrîn û gazî Dilê min wer dixwazî
Ez pêwanim bilûrvan Ne mêrkujim, dilovan
Bi guv-guv û bi nalîn Kurd ranabî Ceger-xwîn
Cegerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:51 pm | |
| Maçek Ji lêvan Por zêrîn û çavkesk û rûrojê Ebrû heyv û stêrik pijkojê
Kufr û îman du ayetên lêvên sor Ê maçek jê bir bihiştî, ê jê nebir çû dojê
Feleka etles kembera xwe berdaye ser bejnê Pir naz û delal e, dêm ji gula berrojê
Maçek berî sîh sakî daye min ji lêvan Ji wê çaxê xewa min nayê, ne bi şev ne bi rojê
Îsal min maçek jê xwest, go:Na Ji dêman? Min go:Na Li lêvan? Min go:Jê
Min maçek jê bir û bi hezaran ketin ber pê wê Dema hembêz kirim wê agir piling û dilsojê
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:51 pm | |
| Mela Banga Sibê Didî
Mela banga sibê didî Dibê: ji xew rabin bes e Ev bû hezar sal kole ne Ta key di xew de bin, bes e:
Li ser we tim zor û setem Pingav û gol û ça û çem Bahoz û serme û seqem Ma win şiyar nabin, bes e:
Malê me her bixwî neyar Tim bêne me qamçî û dar Bindest û birçî û hejar Parsek jî wa nabin, bes e:
Bindestê dijmin pir nexwe? Li ser çiyan em bûn kele? Qirdê me kor, bextê me re? Ma hê jî ranabin, bes e:
Welat xweşe tev xêr û bêr Petrol û hasin, zîv û zêr Bindestê dijmin tim li jêr Ta kengî kole bin, bes e:
Hetta nebin xwenda û jîr Bê rêber û bê destegîr Bê dewlet û rist û wezîr Bindestê tirka bin, bes e:
Dijmin Relek zana û xurt Xwînxwar û devlok, har û sirt Ta key bi xap û fort û zirt Li ser me axa bin, bes e:
Tev yên mene ev bax û dar Deşt û çiya, lat û zinar Em derketîne, bendewar Lê ew di baxa bin, bes e:
Ev xan û eywan û sera Dijmin bixun mal û pera Xweş tê de rûnin, lê çira Em tim li çola bin, bes e:
Em tim ji derve dûrîdest Birçî û tazî, jar û mest Tim têne kuştin dest bi dest Bin boks û dara bin, bes e:
Dijmin ketin xanên bilind Girtin ji ber me şar û gund Lê em bikûrin rengê kund Yan rengê zaxa bin, bes e:
Daxwaz çiye ji serxebûn Da em bixun mal û hebûn Pê xweş bikin derdê derûn Lê xurt û zana bin, bes e:
Li ser çiyan nal û girîn Guhdêre qîr û deng û şîn Dîsa ciger tev bûye xwîn Bin berf û serma bin, bes e:
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:53 pm | |
| Mizgîn
Mizgîn li dil bûye bihar gul pişkivî derket ji xar, Bilbil bi gul re bû heval dil nû ji xwe bûye şiyar.
Gava me mizgîn daye dil tê de nemane derd û kul, Rabû ji xew hat pêşî gul pêçan li xwe car û xumar.
Sed aferîn bo vî dilî êrîş bire dêmê gulî Çarik li bejnê herbilî hatin sema bisk û guhar.
Bisk û guhar hatin sema eprî li ser zulfa nema, Dîlber li ber min her we ma dinya li min bû dost û yar.
Sed ah ji van çavên di reş biskên siyah dêmên di geş, Wan gotinên şêrîn û xweş şerbet ji lêvan, min vexwar.
Şerbet ji levan min mijî hetta ko dil jê bû tijî, Qet agirê dil nakijî pêtî li dil dan, bû hewar.
Min dêm û gerdan gez kirin xalan bi talan min birin, Destan memik talan kirin, maçan ji her der bê jimar.
Pêşî bi remz û nazina ceng bû bi kulm û bazina, Paşê bi lav û gazina wek Rustem û Esfendiyar.
Maçek ji lêvan min sitand, derdê li dil min pê revand, Destê min girt û nû hejand, go: sersera ey Şehsiwar.
Rabûme pê xatir me xwest, qolan û kember zû vebest, Em herdu gerdenwar û mest pêta di dil de nabe sar.
Qehwa şêrîn lêvên sekir da min, li min dergeh vekir, Derdê dilê min zêde kir dîsa Cigerxwîn maye jar.
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:53 pm | |
| Pendname
Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin, Dinya ne hêja ye emê tev bimirin.
Mala me gelekî kûr e, yek max e, Ew jî li bin şeş heft tebeqên ax e.
Em tev bira ne, ji dê û yek bav, Ji miriyan re çi maye, ji bil nav.
Qet şiyar nabin, ta kengî razin, Hun mezin in, em ji we dikin gazin.
Xelk dibêjine me, şêx û hem mela, Wextê zekata xwe, dibêjin bela.
Çiman hezretê peyxember gotiye, Zekatê mexwe, ger tu haşimî ye.
Malûmê we ye, ev qerêja mal e, Lewra ji şerîfa re ne helal e.
Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in, Di zekatê de, ji qismê feqîrin.
Madam em werîsê enbiya ne, Çima em xerîkê karê diya ne.
Bes e, hun ji xew rabin, ez gorî zû, Ji zarokên xwe re bêjin ilmên nû.
Çiman hezretê fexirl-alemîn, Gotiye; ”Itlibul ilme welew fis-Sîn”.
Misilman kengî li Sîn, hebûn ew çax, Ax ji derdê we şêx û mela ax! Ax!
Hon dibêjin em bûne qutbê razî, Qet yek ji we nabe miftî û qazî.
Hun bi van herdû ritban ne razî ne, Lewra hun belengaz û pêtazî ne.
Hun tev mêr û çeleng û xort û ciwan, Hun ji pîsa parsê dikin ji bo nan.
Ez mela me lewra dilê min dêşî, Xwedê rehma xwe bikî li ên pêşî.
Em hînî tu karî ne kirin yekcar, Lewra em hêj mane tiral û bêkar.
Axa, ez ketim bextê te û xwedê, Ezê çend pirsan bêjim tu guh bidê.
Di bin destê te de hebûn bê sed xan, Hemî belengaz û reben û gavan.
Tu malê wan distînî her bi dilêş, Tevî dixî devê mamûr û derwêş.
Ger we tev bidana bi top û tiving, Dê hun jî bibûna hembarê firig.
Lakin çi bikim we tev da bi şabaş, Qet kes ji we ne bû wezîr û paşa.
Li ser bextê min bî hun mêrê çê ne, Ax, ax hun êsîrê destê xelkê ne.
Bes e, hon eqlê xwe bidin serê xwe, Destê xwe bigirin vêcar li perê xwe.
Çiman ji bona ax û mal û xwelî, Perê xwe didin li hev dikin gilî.
Hun malê xwe bixun her yek bi serbest, Di hemberê neyaran de bibin yekdest.
Ji hev re pir qenc bin û guh bidêrin, Li çerxa felekê hun pir binêrin.
Ger-rek ji bo neyar e, yek ji bo me, A neyar jê ra hat, a me bidom e.
Em jî şûva xwe bajon û tov biçînin, Dê zû şîn bê, emê zû wî bibînin.
Carnan em rezekî datênin deh sal, Em naxun ji kurê me re dibî mal.
Ewê ko çêkir vapor û balafir, Deh sal bi şûn ve ne ma û çû mir.
Ew kesê bê xwendin û eql û zanîn, Li rêza kera ye çi bi dîn û çi bê dîn.
Ev tev ji me re, riya dîn û îman, Hub-bil-wetenî delîl û birhan.
Ez bi xwe bê êl û eşîr û ebr im, Pêlek maye emrê min ezê bimirim.
Bes ji bona we ye, ev qîrqîra min, Lê ez çi bikim, hun guh nadin şi´ra min.
Hon dizanin, lê hun li xwe nakin bar, Em jî, ji ber dilêşî dikin hawar.
Fikra min maye min ev tenê ne dixwest, Lê ez çi bikim li vir qelema min şikest.
Bi kêrê min tûj kir serê qelema zil, Vê digel a tê, binvîsim, dibin çil.
Eger hun ji gotinên min aciz bûn, Hêvî dikim efû bikin Cegerxûn.
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:54 pm | |
| Pîr Bûm Dil Pîr Nabî
Ey dilberê! ______Peyxamberê ___________Lêv şekerê _______________Ka soz û peymana berê?
Biskan veke ______Zulfam şeke ___________Dil pîr meke ______________Me J’bîr meke __________________Carek pişt perdê derê
Dêmên digeş _______Çavên direş ___________Xalên hebeş ________________Birhên biweş _____________________Hilde ko her, roj bê derê
Perde ji ser ______Xalên diqer __________Hilde ku her ______________Roj bête der __________________Her kes bizanin vê sirê
Şêrîn kenê _____Hingiv çenê _________Dosta minê _____________Dil hasinê ________________Dil girtiyê te ez tenê
Gul weke devê ________Lêv hingivê _____________Min tim divê __________________Roş û şevê _____________________Ez bêm cîvanê dêm dirê
Sîh sal temam _____Ez bende mam __________Hûnan meqam _______________Lê yek selam ___________________Carek li ber çavan nedam
Ez bende me _____Perkende me __________Şermende me _______________Perwane me ___________________Sotim bi pêta agirê
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:54 pm | |
| Pîra Torê
Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez, Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem, Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.
Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê; Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin, Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.
Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke; Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.
Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê, Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.
Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê, Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye; Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:54 pm | |
| Rêzanî Tu rêzan be carek siyaset bixwîn Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn
Bide pêşiya me wekî pehlewan Bi zanîn me derbas bike, xwendevan
Eger bûyî carek tu rêzan û jîr Ji bo dibî rokê xweş wezîr
Dikarî xebatek pir mezin bikî Berîkê tijî gewher û dir bikî
Mijûl be bi zanîn û hem torevan Bibe payedarek di nêv cihan
Bilîze bi zanîn di nav dewleta Bibe jîr û hozan di nav mileta
Bi paye serê me bilindbî bi te Bi zanîn çi bêjî guhê me li te
Ji bo me li her der bibe bervedêr Di rojên şeran de bibe xurtemêr
Siyaset û tarîx û tora û rist Bixwîne bi hev re ciwan û dirist
Bibe jîr û zana di her çax û dem Ji ser me tu rake çi zor û setem
Tu rêzan be qurban xweşe zanebûn Hebûn çêtire tim tim ji ”na” û nebûn
Tu hozan û rêzan be ey xwendewar Bi van herdiwan dê bibî navdar
Ji milet re baş be ku bû karbidest Bizane ku milet ji me ev dixwest
Dixwazim tu zû-zû bibî hoşîyar Nebî zorperest bî bira wek neyar
Serê te bilind e dema rast herî Emanet, ji kes re nebî wek terî
Dilê xwe mebe mal û zêr û pera Gelek jîn xweş e lê bi rastî, bira
Ji milet re carek dibî sermiyan Mehêle ku carek bibî lê ziyan
Ji bo te bere ew bibî dost û yar Mirovê teres bî, ji jînê çi kar?
Xebata ji milet re karê te ye Bizane ku ew jî şiyarê te ye
Bi rastî bi wî re eger xweş biçî Çi bêjî ji wî re ewê bênî cî.
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:55 pm | |
| Serxwebûna Mirîşkan
Li welatê me xerza, Dîkek hebû şareza.
Rokê çû nav dîka, Ji wan re go hêdîka:
Rabin bêjin mirîşkan, Bes xwe bidin enîşkan.
Dîk û mirîşk bûne kom, Berê xwe dane cem bûm.
Leşker tev bûne lek, Hin çeleng û hin kulek.
Berê xwe dane çolê, Tevlî koç û tev êlê.
Teyra di ko nagehan, Hatî leşkerkî giran.
Tevde firîn ji malan, Berê xwe dane balan.
Ew jî li hev bûne kom, Yekî rabû gote bûm;
Ey padîşahê teyran, Wey serbilindê Tûran,
Rabe ser xwe tu mîro, Ji bo me bêje îro;
Ev leşkerê bê jimar, Gelo heye jê zirar.
Bûm kenî û gote wan; Bakin bazê pehlewan.
Hudhud rabû serferaz, Wî çû bi lez gote baz;
Go rabe ey tu bazî, Şeh te îro dixwazî.
Baz çû cem şeh li banî, Destê xwe l´ser hev danî.
Go ey xwendekarê min, Zû li min ke barê min,
Bûm gote bazê xwînxwar, Bi lez rabe here xwar.
Bazî rabû weke şêr, Firek da xwe hate jêr,
Bazê terî bi rêşî, Hate cem dîkê pêşî,
Destê wî girt û hejand, Nitqek jê re dirijand.
Olan sen nerelîsen? Go em xelkê bedlîs in.
Sizin bûrde ne îş war? Dîk xeyidî lê da dar.
Bazî şehda xwe anî, Dîk jî darê xwe danî.
Go bi zor û bi gazin, Em heqê xwe dixwazin.
Baz go kî ye serleşker? Go tu nizanî ey ker,
Ez im paşa ez im mîr, Ez im şahê cihangîr.
Bazî çû cem dîkê dî, Dî ko ew jî wekeî wî.
Tevan go paşa û mîr, Kesî ne go ez wezîr.
Nefer bûne yûzbaşî, Heta giha ê paşî.
Bazî rabû çû banî, Li ber destê bûm danî.
Tilûr tev lê bûne kom, Qale ya ey-yûhel qewm.
Ev hatine ji mala xwe, Divên istiqlala xwe.
Bûm go bazê dilawer, Gelo kî ye serleşker.
Go tev paşa û mîr in; Bê wezîr û gizîr in;
Bû hêdî rabû ser xwe, Taca xwe da serê xwe.
Go bi taca serê min, Kes nîne hemberê min.
Rabin wek pehlewana, Dê em herin ser wana.
Hatin teyrên dubirak, Bakirin kund û qirak.
Go hon werin binêrin, Ka em îro çi mêr in,
Dîka xwe da enîşka, Bû qidqida mirîşka.
Go fermana we rabû, Koma we j` hev bela bû.
Ê ko kuştin ê ko man; Hatin gundan bê goman.
Wan jî weke me kurdan, Destê xwe j` ber xwe berdan.
Elok û tûtik û qaz, Tê de bûne belengaz.
Tev de ketin koxê rê, Çîroka me ji we re xweş.
Wek seydayê Cegerxwîn, Hemî bûne dilbirîn.
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:55 pm | |
| Serxwebûna Mûriyan
Hero şêrê Sileyman diçû şehrê Mûristan.
Ewî şêrê neynûkkuj, bajar li wan dikir doj. Bi vî karî dexl û dan ji wan distand bi talan. Kavil hiştin şehr û sûk, kuştin zar û zêrç û bûk.
Li wan çawa bû hawar, li ser hev bûn kero bar. Ne axa man, ne jî beg, teva şêwra xwe kir yek. Tev de rabûn yekî jîr, ji bo xwe re kirin mîr. Dane hevdu soz û bext, jê re anîn tac û text. Hemî çûn ber derê wî, sonda wan bû serê wî. Tevan çepkên xwe kutan: Bijî bijî Mûristan!
Mîrê wekî Îskender Ji eywanê hate der. Ewî mîrê dilovan, bi serbestî gote wan: ã Ez dixwazim zîv û zêr, da ez herim giliyê şêr. Zîv û zêr û dil û can, danê, çû cem Sileyman. Bi wan lingên xwe yên hûr, berê xwe da riya dûr. Belê, mîrê qubd û jîr, dane cem xwe çend wezîr. Geh firrîn û geh meşîn, ta gîhane Filistîn.
Xelkên bajêr hûr û gir, karê xwe wan sivik kir. Xwas û peya hemî çûn, pêrgî mîrê mezin bûn. Xweş xweş hatin gote wan. Li eywanê bû mêvan. Her du mîran şev û ro, bi hev re kirin guft û go. Go: Ey şahê ser bi zêr, ez hatime giliyê şêr. Divêt wî daleqênî, tola me jê bistênî.
Sileymanê keyscihû, pirsek nexweş day rû. Go: Ez mûkî dûvê şêr, nadim bi sed hezar mêr. Mîr rabû ser lingê xwe, Lê vegerand dengê xwe. Go: J'niha û çarê dî, binêr çi tê serê wî. Sileyman jî nebû tirs, Nekir serê xwe ev pirs.
Mîr nivîsî yek ferman, şand welatê Mûristan: ã Li ku hûn şêr bibînin, çavên wî zû derênin! Şêrê mezin pirr qelew, ji êvar de kete xew. Mûrî rabûn weke mêr, ketin poz û guhên şêr. Şêrê sar ê qerbelek, nava rojê bû kelek. Hudhud gote Sileyman: Ka ew şêrê dergevan? Kurê Dawud pê kenî. Hudhud got'ê: Ez benî, ew şêrê pirr hinermend, îro sê ro bûye zend. Mûrî tev de bûne yek, kuştin şêrê çavbelek. Arîkarî, yekîtî, mûrî kirin rûsipî. Ta ku kurd û Kurdistan, nebin weke Mûristan, ne bajar û ne jî gund, tev de nabin serbilind. Ku tunebin mêr û zêr, em ê çawa herin şêr. Wawik û şêr û keftar, dê me bikin tar û mar. Bê yekîtî em dijîn, loma em bûn cegerxwîn.
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:56 pm | |
| Şam Şekir e Welat Şêrîntir e
Welatê min tiwî bûka cihanî Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî
Serî taca Silaheddînê kurdî Enî roje, di birca asimanî
Du birhên te kevanên Rustemê Zal Du zilfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik Ji te hêstir şeraba Kamîranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir Zimanê te ji benda şêxê Xanî
Çena te guhê Cûd û Şax û Hebler Qirik eywan û taqa kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista Memik ferfûre têde neqşê manî
Du destên te tixûbên Tirk û Îran Hero cenge bi tîrên zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleş Ziyaretgehe bo me her zemanî
Bi nîşan û bi nan û xwîn rija Me dest girt û qelen da û tu anî
Ser û pa zend û baz in tev bi hinne Hemî sor in ji rengê erxewanî
Bi te em şa ne bûn ev bû du sed sal Ji me dengê tivinga çûye banî
Bira û law û bav û ap û pismam Li ser te hev di kuştin pehlewanî
Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer Dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sotin Me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa Kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan Li alîkî sedayê xweşê sanî
Hemî bûne mirîd û şêx û sofî Bihiştî ne çikin nav û nişanî
Li axur radizin lê şêx diçî jor Berî nîvro ji banî tê giranî
Ser û pa tev dikî gulav û ember Dibê nûre kero ma tu çi zanî? !
Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweş Wekî şêx û melayên vî zemanî
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar Xizanî yek, ewê di her nezanî
Weke şêr û pilingan em diçûn hev Penîr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan Bi zîvarî, belengazî, şivanî
Herê bûkê pepûkê jar û mestê Li ser sînga te zava man biyanî
Te reş daye serê xwe ber li ser me Li te rokê dibî pîroz kitanî
Cegerxwîn e kurê te her dinal Ji ber jana nezanî û xizanî...
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:57 pm | |
| Welatperestî
Payebilindî Welatperestî Çekên qelsan e: Jarî û mestî
Zana û jîr im Bindestê dijmin Çiqas dijwar e Ewreng bindestî
Destan vemalin Dakevin meydan Eger dixwazin Bigrin serbestî
Ey gernasên kurd Rabin weke şêr Ji xwe bawêjin: Xwarî û sistî!
Xebat ji bo me Divêt bi xurtî Dilpak û zana Gelek bi ristî
Welat xwe bûk e Xwîna me qelen Naxî ber sîngê Bûkê nexwestî
Metirse ko kurd Pir paş de maye Kesî nedî goşt Bê çerm û hestî
Qûnax bi qûnax Diçî ser çiyê Rast e di vê rê Gelek diwestî
Welat ta kengî Wilo parçe bî Em tev di nav de Jar û şikestî
Cigerxwîn îro Gel pir şiyar e Bes e metirse Kêr gîha hestî!
Cigerxwîn | |
| | | dost äÌã ÇáãäÊÏì.
ÇáãÔÇÑßÇÊ : 3771 ÇáÚãÑ : 45 ÇáãÒÇÌ : ÚÕÈí ÊÇÑíÎ ÇáÊÓÌíá : 17/06/2009
| ãæÖæÚ: ÑÏ: Helbestên Cîgerxwîn..!! ÇáÃÍÏ ÓÈÊãÈÑ 19, 2010 12:58 pm | |
| Xabûrê
Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr
Kêferata te, xum xum, û lew, lew Nayên bîra te ne razan, ne xew
Herdem dinalî, bi qirîn, gazî Lê kes nizanî, ka çi dixwazî?
Armanca te ye, xurtî, pêşveçûn Cihê te tenge, divê firehbûn
Pêlan didî xwe, qîr û firyadî Tu jî wekî min divê azadî
Sînga vê erdê te çirand bi zor Nizanim çira tu naçî berjor?
Ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn Dikevî sînga Derya bê evîn
Xwezka min bi te, bê derd û bê kul Dijî bi şadî, bê mejî û dil
Tu jî weke min, ger bibûna kurd Ev xurtiya te dibû kul û derd.
Cigerxwîn | |
| | | | Helbestên Cîgerxwîn..!! | |
|
ãæÇÖíÚ ããÇËáÉ | |
|
ãæÇÖíÚ ããÇËáÉ | |
| |
| ÕáÇÍíÇÊ åÐÇ ÇáãäÊÏì: | áÇÊÓÊØíÚ ÇáÑÏ Úáì ÇáãæÇÖíÚ Ýí åÐÇ ÇáãäÊÏì
| |
| |
| |